Gimgim Varto | |
Gimgim
| |
Navçe | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Kurdistan |
Parêzgeh | Mûş (parêzgeh) |
Serbajar | Gimgim |
Qeymeqam | Ahmet Günaydın |
Hejmara nahiyan | 3 nahiye |
Hejmara taxan | 7 tax |
Hejmara gundan | 93[1] gund |
Hejmara mezran | 50 mezre |
Gelhe (2010) | 33.776[2] kes |
Rûerd | 1.418 km2 |
Berbelavî | 24 kes/km2 |
Bajarê navendî | |
Gelhe (2010) | 9.746 kes |
Koordînat | 39°10′20″Bk 41°27′18″Rh / 39.17222°Bk 41.45500°Rh |
Bilindayî | 1.520 m |
Koda postayê | 49600 |
Koda telefonê | (+90) 436 |
Gimgim (bi tirkî Varto), navçeyeke bi ser parêzgeha Mûşê ve ku dikeve aliyê bakurê rojhilatê Mûşê. Li bakurê Gimgimê Kelê (Xinûs), li rojava Çewlîg li rojhilat Kop û li başûr jî Çiyayên Şerevdînê (Şerefdîn) hene.
Rûbera axa navçeyê 1.418 km² ye û bilindahî li bakur, aliyê Çiyayê Bîngolê 3.000 mêtre û li hêla Çiyayê Şerevdînê jî 2.300 mêtre ye.
Dîroka Gimgimê heya Mediyan aşkera bûye. li Gimgimê bermahiyên serdema Urartûyan hene. Pers, Rom, Bîzansî, desthilatdarî kirine. Di navbera Keyaniya Îranê û Osmanîyan de gelek caran Gimgim cih guhêstiye.
li Şerê Çaldiran a 1514 de, maye di destê Osmaniyan de. Mîrîtiyên Kurdistanê di karên xwe yên navxweyî de azad bûne di dema Osmaniyan de. li Serhildana Şêx Seîd de, Gimgim xwedî roleke dîrokî ye. Bi qasî demeke kurt be jî Varto azadî tehm kiriye. Dîsa Gimgime di şerê netewî de bûye şahîdê lehengî û îxanetê. li ser pira Evdirehmanpaşa ya di navbera Mûş û Vartoyê de Şêx Seîdê nemir dîl ketiye destê Dugela Tirk.
Hejmara niştecihên navenda Gimgimê niha zêde bûye. Aborî li ser xwedîkirina pez û dewar, firotina berhemên şîr e. Niştecihên Gimgimê bi zaraveyên Kurmanc û Kirdkî Kirmançkî, Dimilkî an Zazakî diaxivin. ji aliyê olî de Sunnî û Elewî ne. li Gimgimê radeya perwerdehiyê bilind e. Niştecihên herêmê jiyaneke nûjen dijîn. Wextekê Gimgimeyan xwestin wekî kolxozên YKSSê hin fîrmayên herêmî ava bikin û tevahîya karê hilberîna berhemên şîr bi xwe bikin. Lewra fîrmayên Tirkan şîr bi erzanî dikirrîn û nedihîştin reqabet jî hebe. Dewletê nehîşt fîrmayên herêmî bikeve karê şîr. Bi gotineke din bi zanebûn gel xizan hîştin.
Van salên dawîyê bi mîkrokredîtan hinekan ji xwe re kewarên mozhinguvê kirîn lê qedexeya zozazan, operasyonên leşkerî, şewitandina daristanan rê nade di wê de jî serketin hebe.
Gimgimiyan gelek koçber dane. li Îzmîr, Stenbol, Almanya (bi giranî Berlin), Fransa bi giranî Marsêy gelek Gimgimê dijîn. Ew ji Gimgimê re pere dişînin, an heger derfet bibînin bi havînan tên herêmê.
Her sal li Girê Kox festîvalek tê lidarxistin. Herêma Gimgimê kanîya sitran û govendên Serhedê ye. Leyîstika Çepkî navdar e.