Serhed herêmeke Bakurê Kurdistanê ye. Bajarên Çewlîg, Erzirom, Mûş, Agirî û Qers (Serhed) li Bakûrê Kurdistanê û herêma sersînorî ya li parêzgeha Azerbaycana Rojava dikevin nav tixûbe vê herême. Navê xwe ji “serxet“ê digre.

Cîvak

Gelê Serhedê di pirraniya xwe de Kurd in, belê hin komên ecem (azerî), terekeme (qerepapax), romî û ereb (li Mûşe) jî li herême dijîn. Zêdeya kurdên serhedî misilman in, gelek gundên kurdên qizilbaş jî li Wan, Erzîrom, Erdêxan, Mûş û Çewlîgê hene. Kurd bi devoka Serhedê ya kurmancî û kirmanckî diaxivin.

Xwarinên Serhed û deşta Rewanê

Binêrin