Alingoza Jêr | |
---|---|
Aşağıalagöz | |
Koordînat: 39°15′0″Bk 41°24′16″Rh / 39.25000°Bk 41.40444°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Mûş |
Navçe | Gimgim |
Nahiye | Gimgim (navend) |
Bilindahî | 1.870 m (6140 ft) |
Nifûs (2010) | 41[1] |
Koda postayê | 49600 |
Koda telefonê | (+90) 436 |
biguhêre |
Dapak an Dapag (bi romî kirine: Sağlıcak) gundekî girêdayî Gimgima (Varto) Mûşê ye.
Hin dibêjin navê gund bi ermenîkî ye, lê ev ne rast e. Wekî tê zanîn tirk, ereb, fars çawa ji xwe re dîrokên fermî çêkirine, bi hilweşîna YKSS'ê ve ermenî jî ketin heman hewlê. Hin ji van kesan peyvên kurdî yên dişibin peyvê ermenî tesbît dikin û dibêjin "ev gundê hayan (ermeniyan) bûye". Ev ne awayê zanistiyê ye. Helbet zimanê ermeniyan jî nêzîkê yê kurdî ye, ji heman koma zimanî ye. Gelek peyvên kurdî û ermenîkî dişibin hev, ev xwezayî ye. Helbet wextekê gundên ermeniyan hebûne li vir. Lê ev nayê wê wateyê ku mirov înkariyê bike.
Dapak çawa bi koka xwe ve bêjeyek kurdî be, Dapag jî wisa ye. Pag bi kurdî tê wateya erse, erazî, xakê.
Lêkolîneke zanistî nehatiye kirin lê bi texmînî navê gund tê wateya "eraziyên hatine dayîn yên axa wê pak e, bikêr e".
15 km li bakurê Gimgimê dikeve û di ber Çiyayê Bîngolê de ye. 15 km ji Gimgim, 76 km ji serbajarê parêzgehê Mûşê dûr e.
Klîmaya gund çiyayî ye. Bi havînan ziwa û tavî, bi zivistanan ziwa û berfî ye. Zivistan li herêmê gelek dijwar derbas dibin. Serma û qeşa gelek e.
Aboriya gund ji ber şer, qedexeya zozanan û pêkutiyan gelek xirab bûye. Ajalvanî û çandinî tê kirin. Gundî bo xebatê diherin bajarên Tirkiye û Ewropayê.