Sarinc, Sarincê (bi romî kirine: Dönertaş) gundekî navçe Gimgima Mûşê ye.
Wateya navê gund ji sermayê tê. Di Kurmancî de herwiha wateya wê ya cihê sar ji bo parastina tiştan jî heye, heta carinan ji bo dolabê qeşayê jî tê bikaranîn. 11 km ji Gimgim, 63 km ji Mûşê dûr dikeve.
Koordînat; Hêlîpan: 39.169998, Hêlîlar: 41.459999
Aboriya gund li ser xwedîkirina ajalên malê, çandinî û alîkariyên koçberbûyan e.