Çavkaniya vê gotarê tine ye. Ji bo pêşvexistina vê gotarê ji kerema xwe re çavkaniyên pêbawer lê zêde bike. Naverokên bêçavkanî dibe ku werin îtirazkirin û jêbirin.Çavkaniyê lê bigere: "Kurmanc" – pirtûk · zanyar · archive.org · nûçe · wêne
Kurmanc
Gelhe tevahî
20 milyon
Ziman
Kurdî
(Kurmancî)
Baweriya dînî
Îslam
Êzîdîtî
Têkildarên komên etnîkî
Kurd
Soran, Zaza, Goran, Kurdên Başûrê
Kurdên Anatolyayê, Kurdên Xorasanê

Kurmanc, kirmanc, kurdmanc, [çavkanî hewce ye] ew kes in yên ku bi zaravaya serekî ya kurdî anku kurmancî diaxivin.

Kurmanc bi taybetî li Bakur û Başûr-Rojavayê Kurdistanê dijîn.

Lê kurmanc her wiha li Başûr û Rojhilata Kurdistanê jî hene. Li başûr ji Behdînanra dibêjin kurmanc. Li rojhilat jî ji Şikakî ra dibêjin kurmanc, li rojhelati bajarê Urmiyeyê û derdorên wê ber bi bakur ve kurmanc lê dijîn.

Etîmolojî

Peyva Kurmanc wiha tê vekirin: Kur(d)+Man(c)=Kur(Kurd)+Man(Manda/Med/Medan)=Kurmanc=Merove^ ji ku Medan(Kurde^ ji ku Medan)[çavkanî hewce ye]

Wateya peyva din jî: Kur(d)+Man+Cîh = Kurdên ki Cîhê xwe da Man =Kurdên ki şûna xwe nelivî[çavkanî hewce ye]

teoriya din jî: Kur a Sumerî û mannu a Avestiyê tê yane Kur (Çiya) û Mannu (Mêr, Mîrov) "Mêrên çiyayê"[çavkanî hewce ye]

Peyva kurmanc di dîrokê de bo hemî kurdan hatiye bikaranîn. Lê niha êdî herî zêde tenê bo axiftvanên kurdiya bakur tê bikaranîn[çavkanî hewce ye].

Mijarên têkildar

Çavkanî