Gaqir Gelintaşı | |
Kargêrî | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Parêzgeh | Mûş |
Navçe | Gimgim |
Nahiye | Qerekoy |
Demografî | |
Gelhe (2011) | 14[1] kes |
Erdnîgarî | |
Koordînat | 39°7′43″Bk 41°34′22″Rh / 39.12861°Bk 41.57278°Rh |
Bilindayî | 1.750 m |
Koda postayê | 49600 |
Koda telefonê | (+90) 436 |
Gaqir (bi romî kirine: Gelintaşı), gundekî navçeya Mûşê Gimgimê ye. 15 km ji Gimgimê dûr dikeve.
Li ser dîroka Gaqirê lêkolîneke zanistî nehatiye kirin. Tê gotin navê xwe ji serpêhatiyekê girtiye. Di zivistanekê de serma wisa zêdebûye ku ga qirr bûne li vî gundî. Lê tişt bi gundiyan nebûye. Navê wê wisa maye "Ga qirr bûn, lê mirovên vî gundî sax man". Ango ewçendî mirovên jêhatî û tenduristîbaş bûne.
Di erdhaja sala 1966î de ziyaneke mezin dîtiye. Wê demê gelekan mecbûr mane herin bajarên mezin ên Tirkan, bixebitin. Piştî erdhejê jî gelek koçber dide. Xwendiyên gund gelek in, mixabin asta pişavtinê jî mezin e. Van salên dawiyê şer û xizaniyê jî bandoreke neyînî da.
Dibêjin asta xwendiniyê ji kêmzêdeka Tirkiyeyê zêdetir e. Gaqiriyan li Ewropa, Stenbolê gelek in. Gel Elewî ye.
Koordînat, hêlîpan: 39.169998, hêlîlar: 41.459999
Aborî li ser ajalvanî û çandiniyê ye. Herwiha kesên temendirêj ên malnişînî bûne, bi havînan tên gund û ev yek him hejmara gundiyan, him jî rewşa aboriyê baştir dike.