Rudyard Kipling | |
---|---|
Cihê goristanê | Westminster Abbey, London |
Zimanê nivîsinê | Înglîzî |
Netewe | Brîtanî |
Berhemên navdar | |
| |
Hevjîn | Caroline Starr Balestier (1892) |
Şanenav | |
biguhêre |
Joseph Rudyard Kipling [ˈdʒoʊzɪf ˈɹʌdjəd ˈkɪplɪŋ] (jdb. 30ê kanûna pêşîn a 1865an li Bombay; m. 18ê kanûna paşîn a 1936an li London) helbestvan û nivîskarê Brîtanî yê di sala 1907î de Xelata Nobelê ya wêjeyê wergirtiye ye.
Di malbateke kolonyalîst de, li Hindistana ku wê demê li bin dagiriya Brîtanyayê de jidayîkdibe. Bo perwerdeyê dişînin Brîtanyayê. Li vegerê di rojnameyên Lahorê de dixebite û nivîsarên balkêş diweşîne. Sala 1889î vedigere Brîtanyayê û giraniya xwe berdide nivîsandinê. Realîzm û xwînsariya bakurê Ewropa û romantîzm û xwîngermiya rojavayê parcotî dike û di şexsê ajalan de jiyana kesayetiyên balkêş radixe ber çavan. Ji bo zarokan bi sedan çîrok û kurte-pirtûkan dinivîsîne. Kesayetiyên ku wî afirandine wekî "Moglî" hêj jî ji aliyê zarokan ve gelek tê hezkirin.