Beriya ku di warê huner û wêjeyê de xwe bide naskirin, kurteçîrok û senaryoyan dinivîsîne. Gelek caran lîstikên wî bixetere tên dîtin û ji aliyê mezinên Partiya Komûnîst a Çînê (Komara Gel a Çîn) ve tê cezakirin. Carekê bo 5 salan di karên cotyariyê de didin xebitandin. Lê ew ji ya xwe nayê xwar û nivîsandina xwe didomîne. Bi alîkariya sazî enstîtuyên Alman û Fransî tê Ewropayê û dibe hemwelatiyê Fransayê. Ji aliyê Çînê ve wekî "mirovê nayê xwastin" tê propagandakirin. Ewropa jî bo berjewendiyên xwe wekî Aleksander Soljenîtsînê Rûs, wî jî li dijî sîstema sosyalîst propaganda dike û îndîrekt bikartîne.