Subarî an Subir di demên kevnar de herêmek bû, bi texmînî li Kurdistana îroyîn bû.ko ew jî ji kalkên kurdan di hêne hisab kirin , Nav di cûrbecûr rastnivîsan de xuya dike Subar, Subir, Shubur, S (h) ubaru. Di Neo-Asûrî de bi gelemperî Shupria ye , serdemê subarîyan vedgere serdemê sumeriyan , yekem deqê li ser subariya vedgerît bo paşayê Legşe bi na (Ayanatm) ko diyar diket çewa hêrş kirye ser wan û bac û serane ji wan standiye , herwisan serconê ekedî jî basî wan hêrşan dilet dema kirye ser wan , herwisan Neramsîn jî diyar diket ka çewa hêrş kirye ser wilatê subariyan û bi taybetî paytextê wan ( Xamazî ) herwisan carna di got paytextê Lolobian ,diyar dbe ko Lolobî û subarî yekn , herwisan Hamorabî jî di deqekê da dibêjît ko me hêrş kirye ser wilatê Gutî û Subariyan li serdemê binemala Ur ya sêyem ko amaje diket ka çewa subarî û îlamiya yek girtin û hêrş kre ser paytextê wan Ur , herwisan hamorabî di wî deqê xwe da subariyan bi dagîrker wesf diket ,lê li dûmahîkê Aşuriya şiyan silatê subariyan dagîr biken ,