Procesteron an jî procîstiron (bi înglîzî: progesterone), hormona koendama zaûzêya mêyan e ko bi gelemperî ji bo dabînkirin û parastina stûriya dîwarê malzarokê kar dike
Procesteron li gel hormonên din, ji bo rêkxistiana çerxa mehaneyê (bi înglîzî: menstrual cycle) kar dike. Herwisa laşê mêyê amade dike bo ducanîbûnê û heke ducanîbuyîn rû bide, berdewamkirina ducaniyê dabîn dike.[1] Loma hin caran procesteron wekî “hormona ducaniyê” jî tê navkirin.[2]
Procesteron hormonek steroîdî ye. Molekulên steroîdî çewriyên taybet in, çar xelekên hîdrokarbonên bi hev re girêdayî bingehîna molekulê pêk tînin. Koma erkdar (bi înglîzî: functional group) bi xelekên hîdrokarbonan ve girêdayî ye. Hormonên steroîdî ji kolesterolê tên berhemkirin.
Temenê nîvbûnê ya progcesteronê 4-5 xulek e. Procesteron jî mîna êsterocenê bi navbeynkariya albumîn û globulîn ve tê guhêztin. Albumîn û globulîn proteînên plazmaya xwînê ne.[3]Piştê derdanê, procesteron di nav çend xulekan de tê hilweşandin. Hema hemû procesteron di kezebê de tê hilweşandin û ji wê êstrocen tê bi destxistin.[4]
Procesteron ji hêkdankan, ji hevalbiçûkê û ji rijênên adrenalê tê derdan.[5]
Ji ber bandora hormona handerê tenê zer(LH), çikildana hêkê diqelişe, xaneya hêkê derbasê nav coga hêkê dibe. Xaneyên çikildana vala, çewrî embar dikin û çikildan wekî pêkhatyeyek bi rengê zer di nav hêkdankê de dimîne. Ji vê pêkhateya zer re tê gotin “tenê zer”.[6] Tenê zer (bi latînî: corpus luteum) mîna rijênê kar dike, procesteron û êstrocen der dide.[7] Pirraniya precesteronê di hêkdankan de di tenê zer de tê berhemkirin û derdan. Berê hêkdananê (bi înglîzî: ovulation), di xwînê de rêjeya procesteronê gellek hindik e. Hefteyek piştê hêkdananê, rêjeya procesteronê ji nişke ve zêde dibe.[8]
Dema mê bi ducanî nebe, di çikildanên hêkdankê de xaneyên teka (bi înglîzî: theca cells) ji kolesterolê procesteron berhem dikin.[9] Heke xaneya hêkê (oosîta duyem) neyê pîtandin. Tenê zer di nav 10 heta 13 rojan de hildiweşe, diguhere û dibe tenê sipî (bi latînî: corpus albicans). Bi helweşîna tenê zer, derdana procesteronê jî kêm dibe.
Lê heke pîtîn rû bide û hêka pîtandî xwe bigihîne heta navpoşê malzarokê û xwe di diwarê malzarokê de biçeqîne, tenê zer hilnaweşe û derdana wê ya procesteronê didome. Ji destpêkê heta 3 mehî ya ducaniyê, procesteron ji aliyê tenê zer ve tê berhemkirin û derdan, paşê hevalpiçûk diperise, tenê zer hildiweşe. Êdî heta dawiya ducaniyê, procesteron ji aliyê hevalbiçûkê ve tê derdan.[6]Her çiqas procesteron wekî hormonek mêyîtiyê were zanîn jî, bi eslê xwe nêr jî dikarin procesteron berhem bikin. Di rijenê adrenal û gunan de hinek procesteron tê berhemkirin û derdan. Ev procesteron bi taybetî di demarexaneyan de ji bo çêbûna bergê maylînî tê bikaranîn.[10] Herwisa procesteron giring e bo berhemanîna testosteronê.
Bi bandora hormona handerê çikildanê (FSH), çikildan diperisin û hormona êstrocên der didin. Gava di xwînê de xestiya êstrocenê digihîje astek taybet, êstrocen hîpotalamusê han dide bo derdana hormona derpirandinê ya tenê zer (GnRH). GnRH bandor li hîpofîza pêş dike û ji hîpofîzê hormona handerê tenê zer (LH) tê derdan. LH tenê zer han dike bo derdana procesteronê.[13]Her ko tenê zer an jî hevalbiçûk procesteron der dide, asta rêjeya procesterona xwînê bilind dibe. Procesteron bi paşragihandina neyînî bandor li ser hîpotalamus û hîpofîzê dike, derdana FSH û LHyê dide rawestandin.[9] Bi vî awayê di dirêjiya ducaniyê de di hêkdankan de xaneyên nû yên hêkê naperisin û çerxa hêkdankê û çerxa mehane radiweste.[1]
Heke pîtîna hêkê rû nede, tenê zer derdana procesteronê bo çend rojan didomîne, paşê derdana procesteronê kêm dike ko dawî li perisîna navpoşê malzarokê were û dîwarê malzarokê hilweşe.[5]
Hinek ji hebên rigirê ducaniyê ji procesterona destkarî (procestîn) û êstrocena destkarî pêk tên. Ev hebên rêgirê ducaniyê, bi paşragihandina neyînî bandor li hîpotalamus û hîpofîzê dikin. Ji hîpotalamusê derdana hormona derpirandinê rijenên zaûzê (GnRH) tê rawestandin. Kêmbûna hormona derpirandinê, ji hîpofîzê derdana FSH û LHyê radiwestîne. Bi vî awayê di hêkdankê de çikildan naperisin û hêkdanan rû nade. Di coga hêkê de tunebûna xaneya hêkê, rê li ber ducaniyê digire.[14]
((cite web))
: CS1 maint: archived copy as title (lînk)