MySpell bernameya ji bo kontrolkirina rastnivîsê ya OpenOffice.org e. Ji bo MySpell ferhengeke bi kurdî heye. Ji ber vê OOo bernameya ofîsa yekemîn bi kontrola rastnivîsa kurdî ye.
Bernameyên din ji bo kontrolkirina rastnivîsê Ispell û Aspell in. Ferhengên MySpell ji bo Aspell jî tên weşandin. Ji ber vê ferhenga Aspell a kurdî jî heye.
MySpell di asta ceribandinê ye. Guhertoya dawî ya MySpell a Kurdî 0.20 ye.
Sazkirina MySpell êdî jixweber jî dibe, bi DicOOo 1.4.1 û jê pêşketîtir jixweber tê sazkirin.
Di guhertoyên kevin (<1.9) de zimanê kurdî hîn di nav zimanên fermî yên OpenOffice.org de tune bû. Ji ber vê yekê divê mirov bi xwe saz bike. Pêşî bi DicOOo ferhenga MySpell a kurdî daxe. Heke sîstema te Microsoft Windows be, peldankeke (klasor) wekî
jî heye. Tê de lîsteya ferhengên heyî heye. Vê dosyayê veke û rêza
lê zêde bike. Êdî OpenOffice.org ji bo zimanê "Afrikaans" ferhenga kurdî bi kar tîne. Kompûtera xwe bigire û dîsa veke. Qediya. Ji bo pelgeyên bi kurdî zimanê "Afrikaans" bi kar bîne.