Max Planck | |
---|---|
Navê rastî | |
Jidayikbûn | 23 nîsan 1858 Kiel (Duchy of Holstein, German Confederation) |
Mirin | 4 çiriya pêşîn 1947 Göttingen |
Sedema mirinê | Mirina masûlkeyên dil (Sedemên sirûştî) |
Cihê goristanê | Stadtfriedhof Göttingen |
Hevwelatî | Împeratoriya Almanî (1), Komara Weimarê (2), Almanyaya Nazî (3), Bizone (4) |
Perwerde | |
Pîşe | |
Xebat | |
Meqam |
|
Partiya Siyasî | |
Hevjîn | |
Zarok | |
Dê û bav | |
Xelat |
|
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Max Karl Ernst Ludwig Planck (jdb. 23ê nîsana 1858an li Kiel; m. 4ê çiriya pêşîn a 1947an li Göttingen) yek ji fîzîknasên navdar ên alman e. Ew wekî avakerê fîzîka kuantumê tê zanîn. Sala 1918î Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.
Planck wekî Albert Einstein, yek ji giregirên fîzîkê ye. Gelek caran bi hev re xebitîne. Planck gelek angaşt û formûl avakiriye û bipêşxistiye. Bo mînak Neguhera Planck, Zagona Planck a tîrêjdayînê hwd. Hêj di 30 saliye xwe de dibe gerînendeyê enstîtuya fîzîk a Berlînê. Doktoraya xwe bi angaşta ravekirina ristina hîdrojenê dide lê ew pirranî bala xwe berdide fîzîka matematîkî. Keşfa cîsmên reş dike û bi wêrekî fîzîka heyî û rûniştî rexne dike. Sala 1900î êdî keşfa wî ya mekanîka kuantumê amade ye.
Têkiliya di navbera enerjiya qûantan û frekansa pêlekî bi formûla dida ravekirin. Ev yeka wekî şoreşeke nû ya fîzîkê bû.
Dîsa Neguhera Planck a ku di matematîka fîzîkê de tê bikaranîn û navdar e wisa ye:
()
Di jiyanê de xwedî ramanên hişk û biryardar bûye. Lawê wî tevlî çalakiyeke kujerî li dijî Adolf Hitler dibe. Sazûmaniya nazî ji Planck dixwazin heger ew bi fermî û eşkere piştgiriya xwe bo rejîma faşîzmê bike dê lawê wî were azadkirin. Planck vê teklîfê napejirîne û ramana xwe ya li dijî faşîzmê nafiroşe. Lawê wî paşê tê kuştin.
Îro gelek dibistan, zanîngeh, kolan hwd. bi navê wî hatine binavkirin.
Navneteweyî | |
---|---|
Neteweyî | |
Akademîk | |
Hunermend | |
Însan | |
Yên din |