Linux

Logoya Linux
Çêker
Dema avabûnê
  • 17 îlon 1991 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
MaskotTux (Linux) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperkernel.org/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Tux, logoya Linuxê
Linux Ubuntu 16.10

Linux (wekî Lînuks tê gotin) pergala xebatê ya kompûterê ye. Sembola Linuxê pengûenek bi navê Tux e.

Dîroka Linuxê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Linux (an jî GNU/Linux[1]) pergaleke xebitandina kompûterê ya bê xwedî û bê pere ye. Xwediyekî Lînuxê tune ye.[2] Ev bername ji bo her kesî vekirî ye. Cara yekem xwendekarekî fînlendî bi navê Linus Torvalds[3] di sala 1990î de sûde ji Minixê wergirt û bi pêş xist. Ji dendika vê pergala xebatê û guhertoyên wê yên hatine belavkirin[4] re bi tevahî linux tê gotin. Torvalds, ji bo dersa xwe ya mastirê sêwirandiye û li ser vê malperê xebitiye û pişt re xwestiye ku vê bernameyê mezin bike. Bi vê baweriyê bernameya xwe ji her kesê ku xwestiye re şandiye û alîkarî xwestiye. Di demek kin de bi alîkariya gelek kesan bûye bernameyek ku îro hevrikiya Windowsê dike.

Taybetiyên Linuxê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pergaleke ji her kesî re vekirî ye, ango her kes dikare ji bo mezinkirina wê beşdarî xebatan bibe. Ji ber vê yekê jî wekî bernameyeke azad û bê sînor tê binavkirin. Kesên ku di hêla teknîka kompûterê de jêhatî bin, dikarin hin tiştan lê zêde bikin û wê bi pêşdetir bixin. Ev pergal bi awayekî kolektîf derketiye holê. Bi lîsansa GPL tê belavkirin. Guhertoya wê ya herî dawî 2.6e.

Guhertoyên Linuxê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gelek belavkirinên ku dendika "GNU/Linux" (GNU + Linux) wekî bingeh girtine hene. Yên herî girîng[4]:

Belavkirina GNU/Linuxê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Niha, gelek xebatên ku nivîsbariyên GNU û nivîsbariyên din ên azad tînin cem hev û van bi dendikeke Linuxê, biawayekî sererastbûyî belav dikin hene. Debian, Fedora, Gentoo, Mandriva, Pardus, Redhat, Slackware, SuSE û Ubuntu, tenê çend hebek ji wan in ku zêde tên nasîn in. Hemû bi awayekî ku hemû bikarhênerên komputeran dikarin bi awayekî hêsan saz bikin, tên belavkirin. Ev nivîsbarî, arşîvên nivîsbariyê yên endezyariyên komputeran û ji malperên ku belavkirina van nivîsbariyan dikin, peyda dibin

Têgehên bingehîn ên Linuxê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nivîsbariya azad (free software)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hişyarî: Nivîsbariya azad nayê wateya nivîsbariya “bêpere/belaş”. Nivîsbariya azad, li gorî pêşdebiran wateya xwe ava dike. Ango, nivîsbariyeke azad pêkan e ku bi pere were firotin. Çavkaniya vê pirsgirêkê peyva free ya îngilîzî ye him tê wateya “belaş” û him jî “azad”.

Nivîsbariya çavkaniya vekirî (open-source software)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hişyarî: Nivîsbariyeke azad di heman demê de çavkaniyeke vekirî ye.

  1. Dikare bigihije kodên çavkaniyê yên nivîsbariyê (ji herkesî re vekirî ye)
  2. Di kodên çavkaniyê yên nivîsbariyê de guherînan pêk bîne.
  3. Dikare nivîsbariyê bi rewşa xwemalî -bi pere yan jî bêpere- belav bike kesên din (ev li gorî taybetiya lîsansê diguhere)
  4. Dikare nivîsbariyê bi guherandinan -bi pere yan jî bêpere- belav bike kesên din (ev li gorî taybetiya lîsansê diguhere)

Linux

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. Bi wateya yekemîn, Linux dendika pergaleke xebatê ye ku bi bingeha UNIX-ê ye û ji aliyê Linus Torvalds hatiye avakirin.
  2. Bi wateya duyemîn, Linux, ew pergala xebatê ye ku li ser Linux-ê hatiye avakirin.

Dendik (kernel)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Qalik an jî rêza fermanê (shell or commandline)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. Dendikên “rêza fermanê” ku ferman li ser dîmendereke reş de tê nivîsandin û xebitandin.
  2. Dendikên grafîkî ku dema hûn fîlm temaşe dikin, dikarin li aliyekî din ferman binivîsînin û bixebitînin.

“Pergala Paceyê ya X”, “X”, “X11” ("X window system", "X", "X11")

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Têgehên gelemperî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Reşane ("distribution" or "distro")

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Derdorên sermaseyan (desktop environments)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

CD an jî DVDyaJînde (LiveCD/LiveDVD)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hişyarî: Piştî derxistina CDyaJîndî, çalakiyên ku li ser wê hatine kirin (pelên çêkirî, wêneyên daxistî, hemû mîheng û hwd.) winda dibe.

Reh an jî bikarhênera super (Root or Super User)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bestekî (Dependencies)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mînak: Bi nivîsbariya A-yê re pelê x.dll li pergalê tê sazkirin. Nivîsbariya B jî bi xwe re guhertoya kevn an jî nû ya x.dll-yê li pergalê saz dike. Wiha, pir caran nepixandina Windowsê pêk tê. Belkî di pergalê de 50 heb pelên x.dll-yê hene û x.dll-yê ku bi nivîsbariya A-yê hatibû sazkirin heke bê rakirin dê nivîsbariya A-yê nexebite.

Mînak:

  1. Derdora sermaseyê ya KDE, pirtûkxaneya navrûyê ya QT bi kar tîne û pakêtên KDE hemû pelên pirtûkxaneya QT nahewîne. Pelên pirtûkxaneya QT-yê yên ku dihewînin tenê ew pel in ku KDE bi kar tîne, ne zêdetir. Pergala pirtûkxaneya parvekirî kêrhatî be jî ji ber ku tenê pelên sazkirî bi kar tînî, dibe sebeba nepixandina reşaneyên GNU/Linux-ê. Ji ber ku;
  2. Heke reşaneya A-yê pelê x.so-yê di nav pelrêça /lib-ê bi cih kiribe, nivîsbariyên ku girêdayî wê ne li gorî vê cihkirinê têne berhevkirin. Dê nivîsbariya A-yê pela x.so-yê di pelrêça /lib-ê de bigere. Lê reşaneya B-yê, dibe ku ev pela x.so-yê di /usr/lib-ê de bi cih kiribe. Di vê rewşê de, nivîsbariya ku li gorî reşaneya A-yê hatiye amadekirin, dê reşaneya B-yê de neyê xebitandin.

Pakêtên nivîsbariyê (Software Packages)

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. Pakêtên Debian: Reşaneyên wekî Ubuntu, Sidux, Debian hwd.tên bikaranîn û pelên wan bi .deb xelas dibin. Bi navrûya fermanê ya “apt” û bi pergala “dpkg” tên bikaranîn.
  2. Pakêtên RPM (Redhat Package Manager): Pergaleke rêveberiya pakêtan e û ji aliyê reşaneyên mîna Mageia, OpenSuse, Fedora, Red Hat hwd. ve tê bikaranîn. Li Megeia-yê Urpmi, li OpenSuse-ê Zypper, li Fedora-yê Yum wekî navrûya fermanê tê bikaranîn û bi pergala RPM tê xebitandin.

Avahiya pel û pelrêçên Linux-ê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Avahiya pel û pelrêçên pergalên GNU/Linux-ê ji pergalên xebatê yên din gelek cuda ne. Wekî mînak di Windowsê de li bin ajokarê C:/-yê pelên pergalê, pelrêça Windowsê, daneyên takekesî, pelrêça Documents and Settings hene; pelrêça sepanan jî li bin Program Files-ê ne. Lê di GNU/Linux-ê pel û pelrêçan li bin pelrêça “/”yê ne. Pelên pêwîst ên pêşbarkirinê -yên ku ji bo vekirina pergalê ne- li bin /boot/-ê ne, daneyên takekesî li bin /home/-ê ne.

Saziyên ku piştgirî didinê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Niha, nêzî tevahiya navendên agahî û kiryariyan ên zanîngehan û dezgehên wekî NASA, IBM, HP, Boeing, HSBC, SonyEricsson, Nokia, Siemens, Samsung, General Motors, Hyundai, Oracle, EToys Linuxê bi kar tînin û bi awayekî piştgiriyê didinê.

Ji bo Ubuntu GNU/Linux a kurdî jî Komeleya Karger piştgiriyê di warê werger û danasînê de dike.

Wergera kurdî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çend projeyên ji bo wergerandina Linuxê bi kurdî heye. Binêre: Linux a kurdî

Çavkanî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ Stallman, Richard (Richard). "GNU/Linux FAQ". https://www.gnu.org. ((cite web)): Di |malper= de lînkeke derve heye (alîkarî); Ji bo parametreya |archive-url= parametreya |archive-date= hewce ye (alîkarî); Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîx= (alîkarî)
  2. ^ Eckert, Jason W (2012). Linux+ Guide to Linux Certification. Boston, Massachusetts: Cengage Learning. r. 33. ISBN 978-1111541538.
  3. ^ Vaughan-Nichols, Steven J. (13/04/2019). "Twenty Years of Linux according to Linus Torvalds". https://www.zdnet.com. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 2019-12-25. Roja gihiştinê 22/12/2019. ((cite web)): Di |malper= de lînkeke derve heye (alîkarî); Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîxa-gihiştinê= û |tarîx= (alîkarî)CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  4. ^ a b https://distrowatch.com. "Top Ten Distributions". Roja gihiştinê 22/12/2019. ((cite web)): Di |paşnav= de lînkeke derve heye (alîkarî); Ji bo parametreya |archive-url= parametreya |archive-date= hewce ye (alîkarî); Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîxa-gihiştinê= (alîkarî)

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]