Superkomputera Columbia, li NASA Ames Research Center (DYA).
Komputera laptop
Komputereke vekirî

Komputer, kompyuter, kompîtur[1], kombers, xêvjimêr amûr û hişekî elektronîk e ku gelek xebatên arîtmetîk û mantiqî li gor bernameyeke berê lê hatiye barkirin, dike û diqedîne.

Computer bi ingilizî, ordinateur bi fransewî, bilgisayar bi tirkî, rayane bi farisî ye. Amûra xebatê ya ko mirov pê hejmarê dike, nemaze makîneyeka elektronîkî ku bernamekirî be û bikare karên matîmatîkî an mentiqî yên pir lezgîn pêk bîne an agahiyan (informasyonan) berhev bike, tomar bike, berhev bide an bi awayekî din ê dilxwestî û li gorî bernameyeke berê hatiye nivîsîn amade bike.

Komputer bi rastî pirşiyan in. Ew makîneyên cîhanî yên destwerdana zanyaran in. Li gorî bîrdoza Church-Turing (Church-Turing Theory), her komputer xwedî şiyaneka kêmanî ya derazînkî (minimum threshold capability) di koka xwe de dikare her karekî ku komputereke din dike bike. Lewma, komputerên xwedî şiyanên curane, ji Arîkareka Kesokî a Dîgîtal (PDA) heta Superkomputeran dikarin heman karî bikin, heke dem û bîr (memory) nehên liberçavgirtin. Lewma, heman cureyê komputeran reng e ji bo gelek karên ji hev cuda yên mîna durustkirina lîsteya mûçeyê karmendan heta ajotina Gemiyên Esmanî yên bê Mirov bihên bikaranîn. Lê ji ber pêşveçûnên teknolojîk ên mezin ên vê dawiyê, komputerên elektronîkî yên nû gelek ji yên kevin bikêrtir in (diyarokek ku hindek bi Qanûna Morî ango Moor's Law tê wesifandin).

Bi gelemperî xebatên komputerê dikarin bibin 2 beş:

Ji bo xebitandina komputerê çend Pergalên Xebatê hene, mirov pêşî wan pergalan di komputera xwe de saz dike.

Pergalên xebatê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nivîsbarî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Nivîsbarî ji zimanê bernameyên komputerê re tê gotin. Ev zimanekî gelekî cuda ye û teknîk e. Bernameyên ku bi vî zimanî hatibin nivîsandin, wekî nivîsbarî tên binavkirin.

Şexs û Şîrket

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kampanya

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çend gotinên zimanê komputerê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Înternet - Nivîsbarî (Software) - ڤایرۆس (Vîrus (xêvjimêr))

Dîroka komputerê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  1. ^ Zana Farqînî (2009)