Komgirav an jî Arxîpel , wûşe archipelagus di zimanê latînî de derbasa zimanên din bûye. Ew ji bo koma giravên nêzî hev tê bikaranîn. Bi yewnanî "ἀρχι-" (arxi) ango "ser", "πέλαγος" (pelagos) ango "derya" ye. Ew herî pêşîn ji bo giravên Egeyê dihat bikaranîn. Paş de jî bi gelemperî, ji bo komgiravên gîşkan hat xebitandin.