Genim (bi latînî, Triticum), giyayekî ji famîleya Poaceae ye.
Li gorî lêkolînên li ser DNA'ya cureyên cuda yên genim, giyayekî gelek kevin e û warê wî yê çandinê Anatoliya, Kurdistan[1][2][3][4][5] û Mezopotamya[6] ye. Genimê roja îro jî ji van cureyên genim ên kevin e. Ji genim arvan û ji hevîrê arvan jî cure cure nan tên çêkirin. Di kulînên hemî welatan de nan wekî xurdemeniyeke bingehîn cihê xwe digire.