Giyandarên ku xwediyê klorofîl in, bi bikaranîna enerjiya roniyê, pêkhatiyên lebatî (organîk) tînin holê. Ji vê bûyerê re jî fotosentez tê gotin. Giyandarên ku bi vê bûyerê adan pêktînin, ji wan re organîzmayên fotosentetîk tên gotin û piraniya vê komê jî ji plankton û riwekan pêk tên.
Organîzmayên fotosentetîk, bi alîkariya enerjiya roniyê enerjiyê depo dikin û karin pêkhatiyên lebatî çêbikin. Riwek jî wekî giyandarên din, enerjiyê ku ji bo jiyana xwe berdewam bikin, ji enerjiya kîmyewî a madeyên organîk peyde dikin. Ji bo vê jî ew bi bikaranîna karbondîoksît û roniya rojê, adanên xwe yên lebatî sentez dikin. Eger li cihê ku riwek lê re ye, roniya rojê tune be, riwek nikarin fotosentez bikin. Ji ber vê yekê navê vê bûyerê wek fotosentez (photo synthesis)[1] yanê bi riya roniyê sentezkirin, tê binavkirin.
Her giyandarê ku li serzemînê dijîn, enerjiyê ku ji bo çalakiyên metabolîzmayê pêwîst e, ji ser sê riyan ve peyde dikin. Fotosentez fealiyetekê gewiran (anabolîzma) e.
Pel, navenda hilberana adan a riwekan in. Li hundirê şaneyên ku pêlên riwekan pêk tînin, parçeyên ku wekî kloroplast tên binavkirin, hene. Di hundirê van kloroplastan de klorofîl hene. Erka klorofîlê jî girtina roniyê ye. Kloroplast wekî panelekê tîrêjên rojê tevî hev dike û wekî kolektor jî van tîrêjên rojê dadigerînê enerjiyê. Bi vê enerjiyê jî ew adan pêk tînin. Ev adanên ku hatine hilberandin, ji pelan ji beşên din ên riwekê yê ku divê bên xweyîkirin re, tên birin.
Korbondîoksîtê ku ji hewayê tê girtin, bi bikaranîna enerjiya rojê tê dagerandin devtî û karbonhîdratan. Oksîjenê ku piştî bikaranîna karbonê yê ku ji karbondîoksîtê (CO2) hatibûn girtin, li hewayê tê berdan. Heke riwek paşî hewcedarî pê enerjiyê bibin, van karbonhîdratan bi kar tînin. Giyandarên ku bi van riwekan xweyî dibin, hewcedariya xwe ya enerjiyê ji karbonhîdratên ku di riwekan de ne, têrî pê dikin.
Bi fotosentezê her sal nêzîkî 200-500 milyar ton CO2 dikeve veguheriyê. Ji ber vê yekê bi fotosentezê karbondîoksît û av dadigerin karbonhîdratan.
Madeyên ku ji bo pêkhatina bûyera fotosentezê pêwîst in, ev in:
Pêşveçûyîna (kawdan) fotosentezê ya di dîroka zanistê de bi vê awa ye.
Bi bûyera fotosentezê hevsengiya CO2 û O2yê hewayê tê hêvişandin. Nîvê tîrêjên rojê yê ku digîje serzemînê, di bûyera fotosentezê de tên bikaranîn. Lêkolanên ku di vî warî de hatine kirin, didin xuyakirin ku, di hewcedariya zadê ya gelheya cîhanê de, fotosentez cihekî pir giring digire.
Di fotosentezê de gewşîna herî giring, dagerandina enerjiya rojê ber bi enerjiya kîmyewiyê ye. Ev pêvajo di kloroplastan de tê kirin.Di hundirê kloroplastan de jî pigment hene. Yanê vê pêvajoyê pigment dikin.
Di reaksiyona fotosentezê de karbondîoksît û av bi alîkariya roniyê dadigerin şekir û oksîjenê.[3]