Exlaq yek ji tayên serekî yên felsefeyê ye ko li bihayan, qencî û neqencî û sincî hûr dibit. Exlaq çemk û têgehên mîna rast, nerast, qenc, xirab, berpirsyarî û rewayî û nerewayiyê şirove dikit. Exlaqê sê tayên serekî hene:
Pêraexlaq (metaetîk) ko li çemka exlaqê bixwe hûr dibit.
Exlaqê rewayiyê (normative ethics) li çawayiya diyarkirina bihayan hûr dibit.
Exlaqê karbarî (applied ethics) ko li çawayiya bikaranîna bihayên exlaqî dikolit.