Derkar | |
Kargêrî | |
Welat | Başûrê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Îraq |
Parêzgeh | Dihok |
Navçe | Zaxo |
Nahiye | Derkar |
Demografî | |
Gelhe | 11.000 kes |
Erdnîgarî | |
Koordînat | 37°12′4″Bk 42°49′27″Rh / 37.20111°Bk 42.82417°Rh |
Bilindayî | ~ 660 m |
Derkar (tîpguherîna latînî ji alfabeya erebî Darkar) an jî gundê Derkarê, gundekî devera Sindiya Zaxoyê ye ku dikeve Badînan, Başûrê Kurdistanê. Roja îro nêzîkî 11.000 kesan tê de dijîn. Derkar 14 km ji Zaxo dûr e.
Gund bi nav û deng e ji bo zirakiya zelamên wî. Serhildana Behdînan li sala 1991'ê ji layê Sadiq Emer ve li nehiyeya Derkarê dest pê kire û bûye pêşeng bo hemî parêzgeha Duhokê. Li vî gundî nêzîkî 140 şehîdan hene û gelek kesên berniyas yên vî gundî heyîn wek Sadiqê Emer, Elî Qado, Azaddin Saedo ,Mohammed Mirza û gelekên dî.