Def an erbane, amûrekê muzîkê yê lêxistinê ye û esasen li nav civakên Kurdan û Farsan hat afirandin. Her du aliyên wê çêrmîn in û çembera wê jî darîn e û bi dendikan tê lêxistin[1]. Bi giştî, di muzîkên ayînî da weke yên sofiyan yan di muzîka gerdişî ya Îranê da peyda dibe.