Berf
zanistvanê DYE'yê Wilson Bentley di 50 salan de 6.000 hezar wêneyê krîstalan kişandiye. Lê krîstalên weke hewdû rast nehatiye.

Berf yek ji wan barînan e. Hilma ku ji erd û deryayê bilind dibe bi çavan nayê dîtin. Ev hilm li jor sar dibe û dibe ewr. Ger ev hilm têra xwe hebe û sariya wê bikeve bin sifirê, wê demê krîstalên qeflayî pêk tên. Ev krîstal bi stêrkên biçûk dimînin. Dema ku ev krîstalên qeflayî digihin hev, dibin kuliyên berfê û tên xwarê, wê demê mirov dibêje berf dibare.

Li ser bajarên Kurdistanê taybetî ên Serhadê zehf berf dikeve û demeke dirêj ew bajar binê berfê de dimînin. Zarok berfê re dilîzin û berfê ve Bûka Berfê çêdikin.

Di devokên kurdî de ji berfê re befr jî tê gotin.

Galerî

Girêdanên derved