Aloze (bi înglîzî: epididymis) giloka borrikeyek dirêj û li hev pêçayî ye, taybet e bo endamê zaûzê yê nêran.
Di cemserê jor ê gun de hemû spermeborrikên gun digihîjên hev û torekî ji 15-20 cogikên badayî pêk tînin. Ji wan cogikan re tê gotin cogikên derketî (bi latînî: ductuli efferentes). Li beşa serî ya alozeyê de hemû cogikên derketî bi lûleyek firehtir ve yek dibin[1], ev lûle wekî coga alozeyê an jî borrika alozeyê tê navkirin. Aloze ji giloka borrîkê pêk tê. Aloze li ser aliyê rûyê pişt ê gunan de cih digire[2].
Di zimanê grekî de ji bo alozeyê, peyva “epididumis” tê bikaranîn. Epididumis ji peyven epi + didumoi pek tê. Wateya epî ‘li ser’, wateya didumis jî ‘cot an jî gun’e ango aloze pekhateyek li ser gun e [3]. Her alozeyek ji sê beşan pek tê; ser, ten û kilik.
Ser, beşa herî jor û ya herî gir a alozeyê ye, li aliyê jorê gun de cih digire. Ten li aliyê pişta gun ve girêdayî ye û ji jor heta jêrê gun dirêj dibe. Kilik beşa herî biçûk a alozeyê ye, li hêla jêrê gun de cih digire û bi gun ve girêdayî nin e. Di beşa dawî ya kilikê de, aloze ji gun cihê dibe û êdî wekî lûleya guhêzer tê navkirin. Perisîn û gehîştina sperman di serî û tenê alozeyê de rû dide. Sperm di kilik de tên embarkirin[4].
Spermên negihîştî û nelîvbar ji spermeborrikan derbasî nav alozeyê dibin û li wir diperisîn[5]. Xaneyên derdanî yên li ser dîwarê alozeyê, hin madeyan derdidin bo perisîna sperman[6]. Lûsemasûlkeyên borrîka alozeyê girj dibin, spermên nav alozeyê, ji serî ber bi kilikê tên guhêztin. Borrika alozeyê bi qasî 6 metre dirêj e, loma ji beşa ser heta kilikê guhêztina sperman dibe ko di 1 heta 12 rojan de pêk were[5]. Her ko sperm di borrîka alozeyê de derbas dibin, sperm diperisin û dibin xwediyê şiyana livînê. Spermên gihîştî, heta avêtinê di kilikê de tên embarkirin[5]. Borrîka alozeyê ji beşa ser û beşa ten heta beşa kilikê dirêj dibe. Li dawiya beşa kilikê de borrîka alozeyê firehtir dibe û lûlên (pêç) wê kêm dibe, ev borrîk êdî wekî lûleya guhêzer(bi latînî: vas deferens) tê navkirin. Dema avêtinê (bi înglîzî: ejaculation) ji herdu alozeyan, sperm ber bi lûleya guhêzer ve tên paldan[7]. Heke spermên gihîştî bi avêtinê ji alozeyê neyên derpirandin, sperm dikarin bi qasî çend mehan di alozeyê de bi awayekî çalak bimînin[8]. Dawiya dawî heke spermên gihîştî neyên avêtin, ji aliyê xaneyên li ser borrîka alozeyê ve tên hilweşandin û mijandin[9].