Hinar | |
---|---|
Hinar | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Plantae |
Parçe: | Magnoliophyta |
Çîn: | Magnoliopsida |
Bineçîn: | Rosidae |
Kom: | Myrtales |
Famîle: | Lythraceae |
Cins: | Punica |
Cure: | P. granatum |
Navê zanistî yê latînî | |
Punica granatum L. |
Hinar an jî henar (bi latînî:Punica granatum) darek û bi fêkiyê xwe ne. Riwekek jii famîleya hine û hinaran e. Dara henarê pir gir nabe. Hin cureyên xwe gir û şîrîn dibin hin cureyên xwe pir tirş dibin. Henarên tirş di seleteyan de bi kar tînin.
Tê bawerkirin ku welatê wê herêma Îranê ye. Ji wir belavî Kafkasya, bakurê Hindistanê û herêma Hîmalaya bûye.[1] Îroj hinar bi awayekî berfireh li welatên Îran, Sûrî, Azerbeycan, Ermenistan, Efxanistan, Hindistan, Pakistan, Bengladeş, Iraq, Libnan, Misir, Çîn, Burma, Erebistana Siyûdî, Îsraêl, Urdun, herêm ziwatir ên başûr-rojhilatê Asya, herêma Deryaya Navîn a Ewropa, û Afrîkaya tropîkal tê çandin.[2]